Di salekê de Rûsya 10 hezar Sûrî kuştine

Ji destpêka operasyênê wê li Sûriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, ji destpêka êrîşên firokeyên Rûsyayê li Sûriyê û heta niha 10 hezar kes hatine kuştin.

Piştî derbasbûna salekê li ser destewerdana Rûsyayê di şerê li Sûriyê Rewangeha Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de amarên kuştiyên ku, ji encama firokeyên Rûsyayê canê xwe ji dest dane belav kir.

Rewangehê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ji destpêka êrîşên firokeyên Rûsyayê û heta niha 10 hezar kes hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Rewangehê di nav wan kuştiyan de hejmarek ji çekdarên DAIŞê û yên opozîsyona Sûriyê jî hene.

Di 30ê 2015ê de Rûsyayê dest bi operasyonên xwe yên leşkerî di Sûriyê de kiriye.