Yûsif: Me dixwest çalakiyên me li dijî dijminên Kuran bana

Li bajarê Qamişlo, duh ENKSê bo şermezarkirina girtina siyasetmedaran ji aliyê Asayişa Rojava ve derketin xwepêşandanekê. Cîgira Serokê ENKSê jî dibêje, “Me dixwest ev çalakiyên me li dijî dijminên Kuran bana.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif di mangirtina ENKSê de ji K24ê re ragihand ku, ew berdewam in di çalakiyên aşityane de heta ku serkirde û endamên ENKSê yên di zîndanên Asayişa Rojava de girtî ne, serbest werin berdan.

Fesla Yûsif da zanîn ku, cihê mixabiniyê ye Kurd bi destê Kurdan werin binçavkirin. Me dixwest ev çalakiyên me li dijî dijminên Kuran bana, lê em neçar in van çalakiyan lidar bixin, ta ku her kes ji zînadanan azad bibe.

Ji roja 15 Tîrmehê ve, Asayişa Rojava hejmareke mezin ji endam û serkirdeyên ENKSê girtine. Di nava girtiyan de jî Berpirsê Rêvebir yê Pîlotbîriya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl, endamê Pîlotbîriya PDK-Sê Neşet Zaza, endamê Sekreteriya YXCDKS Dijwar Tewfîq, endamê Komîteya Navenda ya PYKS Ebdulah Kedo rojnamevan Barzan Şêxmûs û hejmarek din ji endamên ENKSê û çalakvanan hene.