Stanbol: Xwepêşandanek bo piştgîriya Helebê

Li Stenbolê gelek mirovên Kurd û Ereb yên hemwelatiyên Sûrî ji ber êrîşên van dawiyan li Helebê pek hatin û bûne sedema mirina gelek mirovên sivîl, çalakiyek lidar xistin û di çalakiyê de ev êrîş protesto kirin.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Li Stenbolê gelek mirovên Kurd û Ereb yên hemwelatiyên Sûrî ji ber êrîşên van dawiyan li Helebê pek hatin û bûne sedema mirina gelek mirovên sivîl, çalakiyek lidar xistin û di çalakiyê de ev êrîş protesto kirin.

Mirovên bi pankart û nivîsan çalakî li darxistîn, li dijî rejîma Esad slogan avêtin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku ev êrîşên nêzî pênc salan e, bê navber li ser mirovên sîvîl berdewam in, divê tekez bên rawestandin û çareseriyek ji bo şerê navxwweyî yê Sûrî re bê dîtin.

Cîgira Seroka Koalisyona Sûrî Semîra Meselmî ji K24ê re axivî û got: “Em hemû dewletên dinya yê dixin berpirsiyara wan de. Her kes divê bi erkê xwe rabe. Bi taybetî Amerîka dewleta herî mezin bila bi erkê xwe rabe. Van êrîşên hovane yên ku liser bajarên Sûriye û taybetî  Helebê tê bi karanin, werin rawestandin.”

Çalakvanên Kurd û Ereb yên protestoyê de ji dewletên erkdar xwestin ku gazî û hawarên sîvîlên Helebê bên bihîstin. Endamê Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Osman Mislim ji K24ê re got: “Daxwaza me ew e ku dewletê mezin ev şerê li ser sûrî rawestînin. Bila edî xelkê sîvîl neyê kuştin. Heleb cihekî giring e û bajarek mezin e dixwazin pişta şoreşê bişkinin bi van silehên giran ji ber vê jî em li vir protesto dikin. Em hatine ku dengê xwe bigihinin alemê ji bo ev mesele were rawestandin.”

Li gor Rêxistina Tenduristiya Navdewletî, di encama êrîşên rêjma Sûriyê û Rûsyayê yên vê dawiyê li ser taxên rojhelatê Helebê, 338 kes hatine kuştin, ku 106 ji wan zarok in. Herwiha nêzîkî  850 kesî jî birîndar bûne, ji nava wan bêhtir ji 250 zarok in.