Teknolojiya pîşeyên bi dest têne vejandin ber bi nemanê dibe

Şerê ku li bajarên Kurdistanê û Rojhilata Navîn berdevam dikin û pêşveçûna teknolojîyê esnafê ku bi pêşesaziyeke biçûk debara xwe dike xistiye rewşeke nebaş.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Bi pêşveçûna teknolojiya nûjen gelek pîşeyên ku bi destê insana têne vejandin hêdî hêdî tûşî nemanê dibin û kesên ku li ser wan pîşeyan jî bixebitin nayên peydakirin. Ji ber teknolojiya nûjen pîşesazî û esnafê Mêrdînê jî li berxwe didin.

Şerê ku li bajarên Kurdistanê û Rojhilata Navîn berdevam dikin û pêşveçûna teknolojîyê esnafê ku bi pêşesaziyeke biçûk debara xwe dike xistiye rewşeke nebaş. Li Qosera bajarê Mêrdînê esnafên ku bi pîşesaziyê re eleqedar dibin rave dikin ku ne ku pere qezanç bikin, nikarin kirêya mala xwe bidin, ji ber vê yekê nikarin şagirtan li cem xwe bihevînin û di nava metirsiyê de ne ku pîşeya wan tûşî nemanê bibe.

Hostayê Pîşesaziyê Şakîn Tekîn  wiha got:"Teknolojî pêşket, esnafê biçûk, sinaetê biçûk ketin, karê me nema. Em nizanin ku ji ber teknolojiyê ye an jî ji ber kargehên din e, lê belê karê me ji sedî 80ê kêm bûye. Bi şiklekî rasterast em nikarin şagirtan jî li cem xwe perwerde bikin ji ber ku em nikarin perê wan bidin."

Bi saya ajokarên qemyonan yên ku baran ji bo Sûriye û Iraqê dibin, esnafên di qada Pîşesaziya Qoserê de dixebitin dikarin debara xwe bikin, lê belê ji ber şerê niha li Sûriyê berdewam dike ajokarên qamyona jî zêde naçin qada pîşesaziyê û esnaf ji ber vê yekê bêkar dimîne.

"Ev karê me wilo berdewam bike gelekî nebaş e. Gelek esnafên li vir dikanên xwe girtin. Gelek esnaf karê wan giridayî çûn hatina Iraq û Sûriyê bû. Ji ber ku kêşe derketin hatin û çûn nemaye. Em dest ji vî karî berdin em hew dikarin karekî din bikin."

Esnafê Qoserê yê ku bi zor û zehmetî debara xwe dikin bang li rayedarên dewletê dikin ku çawa alîkariya çotkaran dikin bila alikariya wan jî bikin da ku bikaribin bi dilrihetî karê xwe bikin.