li 10 taxên Licê û Hênê derketina derva hat qedexe kirin

Îro seet 5an heta ragehandin û heta demeke ne diyar berdewam dike.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Qedexeye derketina derva ya 13 gûndewarên navçeya Hênê û Licê hate rakirin. Lêbelê li 10 taxên dî hate ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxûyaniyeka nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyona li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê de ji îro seet 05:00an heta fermanekî nû li 10 taxên navçeya Licê û Hênê derketina derva hatiye qedexekirin.

Parêzgerî herwiha da zanîn ko qedexeya derketina derva ya li 13 gûndewarên navçeya Licê û Hênê ko duh hatibû ragihandin îro hate rakirin.