"Mamoste nikarin di dibistanên Rêveberiya Xweser de kar bikin"

Divê mamoste tevlî korseke perwerdê bibin.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Rêvebira Desteya Perwerdê  ya ser bi Rêvebriya Xweser li Qamişlo Semîre Hacî ragehand ku, êdî nikarin di dibistanên Rêvebriya Xweser de perwerdê bikin, ji ber ku rêbaz hatine guhertin.

Piştî proseya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê destpêkir, gelek mamosteyên berî niha li dibistanên navçeyên Kurdî kar dikirin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin dûrxistin, derbarê vê yekê Rêvebira Desteya Perwerdê  ya ser bi Rêvebriya Xweser li Qamişlo Semîre Hacî ji K24ê ragehand ku, hemû mamoste nikarin rêbazên nû di dibistanên Rêveberiyê de bidin.

Semîre da zanîn ku, ew mamosteyên bixwazin kar di dibistanên Rêveberiya Xweser de kar bikin divê tevlî korsa perwerdeyê bin û rêbazên nû fêrbibin.