Îran “Qonaxeke nû ya şoreşa leşkerî” radigihîne

Îran bi riya numayişkirina hejmareke firokeyên bê firokvan yên bombavêj dibêje, qonaxeke nû ya şoreşa leşkerî radigihînin. Di heman demê de fermandarekî pilebilind yê Pasdarên Îranê jî dibîje, ew pêngav bo her êrîşeke derveyî ye û pêşkêşkirina karînên hêza bergîriya wî welatî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Pasdarên Îranî bi belavkirina wêneyên hejmareke firokeyên bê firokvan yên bombavêj, wê nûçeyê piştrast dike û bi şoreşeke leşkerî ya nû û peyamekê bo êrîşên derveyî li ser asayişa wî welatî binav dike.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Artêşa Pasdaran Emîr Hacîzade dibêje, karînên wê firokeya leşkerî di astekê de ye, ku çend cihên diyarkirî di demeke kêm de dikare bike armanc.

Hin medyayên Îranê wêneyên wê firokeya leşkerî ya bê firokvan belav kirin gotin, firokeya Amerîkî ya ji cura MQ13 ya taybet bi dezgeha îstixbarata Amerîka ji aliyê Îranê ve hatiye desteserkirin, lê ti amaje bi cih û dema destserkirinê nehatiye kirin. dibêjin jî, ku ew mûşek pêşkêşkirina qonaxeke nû ya karînên bergîriyê yên wî welatî ne.