“Her biryarek bêyî me derkeve ne biryara giştî ya YNKê ye”

Îro şandeke Tevgera Goranê bi baskê “Piraniya Pîlotbîroya YNKê” re li Silêmaniyê civiya, baskê Navenda Biryarê jî dibêje, her biryarek ji wê civînê derkeve, ne biryara giştî ya YNKê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şandeke Tevgera Goranê bi baskê “Piraniya Pîlotbîroya YNKê” re li Silêmaniyê civiya, baskê Navenda Biryarê jî dibêje, her biryarek ji wê civînê derkeve, ne biryara giştî ya YNKê ye.

Baskê Navenda Biryarê îro daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, îro şandeke Tevgera Goranê serdana baregeha Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û ligel berêz Hêro Ehmed û çend hevalên din yên Pîlotbîroya wê partiyê re civiyan.

Di daxuyaniya Navendê Niryarê hat, “Bi pêwîstî dizanin ku em di Navenda Biryarê de ronahiyê bixin li ser wê yekê, ku her axaftin û biryarek ji wê civînê derkeve, ne biryara giştî ya YNKê ye.”

Navenda Biryarê ya YNKê pabendbûna xwe bi rêkeftina siyasî ya di navbera YNKê û Tevgera Goranê dupat dike û tekez jî dike ku, ew rêkeftin bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê û rêkxistina vavmala Kurd e.