Yildirim: Cemaeta Gulen û PKKê bi hev re kar dikin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, jiber hewla derbeyê ya Cemaeta Gulen encam negirt, karê xwe bi PKKê berdewam dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, jiber hewla derbeyê ya Cemaeta Gulen encam negirt, karê xwe bi PKKê berdewam dikin.

Yildirim, beşdarî civîna Baskê Civanan ya AK Partî bû û derbarê hewledana derbeya 15'ê Tîrmehê de got, Cemaeta Gulen û PKK beriya hewldana derbeyê hatine ba hev. Dema ku derbe biser neket, piştre karê xwe dewrê PKKê kirin.

Yildirim got, endamên Cemaetê pir veşartî karên xwe kirine û jiber vê têkoşîna hember wan nehêsan e.

Yildirim da xuyakirin, aliyên ku wek dost dibînin, dev ji hewldana derbeyê berdane û dibêjin bila derbekar zêde zirar nebînin.