Ezmûna Rêveberiya Xweser di Korbenda Demokratîk de

Ezmûna Rêveberiya Xweser di Rojavayê Kurdistanê de cihekî xwe yê balkêş di çalakiyên Korbenda Hevpeyvîna Demokratîk de li bajarê Rimêlanê hebû. Serkirdên TEV-DEM'ê dibînin, ku ezmûneke serkeftî ye, lê hin şirovekar dibînin, ku Rêveberiya Xweser pêwîstî bi gelek kar heye, da ku bibe rêveberiyeke serkeftî.
kurdistan24.net

 

K24 – Rimêlan

Ezmûna Rêveberiya Xweser di Rojavayê Kurdistanê de cihekî xwe yê balkêş di çalakiyên Korbenda Hevpeyvîna Demokratîk de li bajarê Rimêlanê hebû. Serkirdên TEV-DEM'ê dibînin, ku ezmûneke serkeftî ye, lê hin şirovekar dibînin, ku Rêveberiya Xweser pêwîstî bi gelek kar heye, da ku bibe rêveberiyeke serkeftî.

Berpirsên TEV-DEM'ê tekez jî dikin ku, kêmasiyên   Rêveberiya Xweser hene, lê ew nayê wê wateyê ku ev sîstem ne serkeftî ye, lê belê ezmûneke balkêş e di şêweya birêvebirina karûbarê civakê de.

Ji aliyekî din ve hin şirovekar dibînin ku, ji bilî serketinên leşkerî

Rêveberiya Xweser ti serketinên din bi awayekî durist bi dest nexistine, nemaze di warê aborî û perwerdê de, ku ta nuha ti projeyên kêmkirina bêkariyê tune ne. Herwiha di warê perwerdê de ku biryarên hînkirina bi rêbazên Kurdî pêşeroja sedên şagirtan windayî dihêle.

Şirovekarên siyasî didin zanîn jî, ku pêwîst e TEV-DEM'ê ku sîwana Rêveberiya Xweser û federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê ye, destê hevkarî û lihevhatina siyasî dirêjî hemû aliyên siyasî û civakî bike, ji ber ezmûna 2 salan ji Rêveberiya Xweser da eşkerekirin ku bi awayekî takane tI piroje biser nakeve.

Xala Rêveberiya Xweser di çalakiyên Korbenda Hevpeyvînê de bû cihê gelek axaftin û pêşkêşkirina nerînên cûda, di dema ku alîgirên wê dibêjin ku rgihandina vê projeyê û cîbecîkirina wê li ser zemînê ew serketina herî giring e, lê zêdebûna asta koçberiyê û nerazîbûna civakê ji sepandina yasayên girêdayî jiyana wê mîna yasaya erkê xweparastinê û birêvebirina sîstema perwerdê  – li gor hin şopîneran – yek ji nîşanên têkçûna rêveberiyê ye.

Herwiha dosyên girtina siyasetmedar û çalakvanan ku dadmendiya Rêveberiya Xweser dixe gûmanê de. Herwiha ev pirs derdikeve holê ku, gelo bi nebeşdarbûna beşeke mezin ji civakê ta çi radeyê sîstema federalîzmê ku li ser bingeha Rêveberiya Xweser ava dibe dê serkeftî be?