135 penaber dixwestin ji Tirkiyê derbasî Yunanistanê bibin hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, 135 penaberên ku xwestin ji Tirkiyê derbasî Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.
Şeva bihurî, 3 mîl dûrê navçeya Dîkîlî di nav Derya Egê de, penaberên ku xwestin derbasî girava Mîdîlî ya Yunanistanê bibin hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan piraniya penaberan jin û zarok in û ji wan 64 kes welatiyên Sûriyê, 71 kes jî welatiyên Efxanistanê ne.
Di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa de girêbesta guhertinê hatibû îmzekirin û girêdayî vê derbasbûna penaberan rawestiyabû. Di demên dawî de dîsa bizavek derbasbûna penaberan dest pê kiriye.