Li Stenbolê di pêşangehekê de 60 wêneyên navdar

Wêne ji 60 welatan bûn.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Ji 60 welatan 60 wêneyên wênekêşên navdar, li sêwîxaneya Ortakoya Stenbolê, di festîvala wêneyên herî mezîn a Tirkîyê de hatin nîşandan. Li ser hunera wêneyê, bi beşdariya wênekeşên navdar ên cîhanê, seranserê mehekê, 60 pêşangeh û gelek çalakî dê pêk werin.

Sêwîxaneya Ortakoya Stenbolê, ku ji zêdeyî sed sal berê nîha hatîbû avakirin, wek dibistana Ermenan û sêwîxaneya cihûyan hatiye bikaranîn piştî nûkirinê bo çalakiyeke hunerî deriyên xwe ji hezkiriyên hunerê re vekir.

Wênekêşên navdar ên ku ji welatên wek Ewropa, Asya û Amerîkayê hatin Stenbolê, di çarçoveya mihrîcana mezintirîn a wêneyan a Tirkiyê de hatin cem hev.

Şaredarê Navçeya Beşîktaşa Stenbolê Murat Haznedar derbarê çalakiyê wiha got:"Festîvalên wiha ên navneteweyî bi taybetî di pêvajoyeke wiha de ku Tirkiye bi bûyerên nebaş re rû bi rû maye gelek girîng e. Çimkî liderveyîwelêt bi çavekî bal li Tirkiyê nanihêrin divê bi rêya hunerê ku rêyeke baştirîn e ev nêrin bê guhertin."

Wêneyên di festîvalê de cih digirin bi sernavê "jiyanên din" tên nîşandan û çîroka jiyanên ji hev cudatir bi wêneyên balkêş tên vegotin. Mêvanê rûmeta îsal jî Macarîstana ku gelek wênekêşên profesyonel jê derketiye hat hilbijartin.

"3 sal berê me dest bi projeyeke wiha kiribû. Bi rastî jî li bajarekî wek Stenbolê ku tê da festîvala wêneyan çênebe kêmasiyek e. Girîngiya vê çalakiyê jî zêdetir di heyamên bi aloz de diyar dibe. Ya rastî di heyamên wiha de zirara herî mezin huner û hunermendan dibîne."

Heta dawiya mihrîcanê, li ser wêne û wênekêşiyê, 60 pêşangeh, 12 panel û guftûgoyên ligel şarezayan dê pêk werin.