Înfografiyek derbarê werzê nû yê xwendinê li Rojava

Dibistan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi rê ve diçin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî proseya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê destpêkir, gelek mamosteyên berî niha li dibistanên navçeyên Kurdî kar dikirin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin dûrxistin, derbarê vê yekê Rêvebira Desteya Perwerdê  ya ser bi Rêvebriya Xweser li Qamişlo Semîre Hacî ji K24ê ragehand ku, hemû mamoste nikarin rêbazên nû di dibistanên Rêveberiyê de bidin.

Di vê înfografîkê de hejmara dibistanên yên ku, Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe û yên di bin kontirola rejîmê de ne, herwiha hejmara mamosteyan di dibistanên her aliyan de û hejmara şagirtan jî dide zanîn.