Weşana Televîzyona MED Nûçe hat rawestandin

Med nûçe, sala 2013'ê dest bi weşanê kiribû.

K24-Navenda Nûçeyan

Şîrketa Setalayt Eutelsat ya Fransî, weşana Televîzyona MED Nûçe rawestand.

Weşana Televîzyona Med Nûçe ku nêzîkî PKK'ê ye, ser daxwaza Şîrketa Eutelsatê îro demjimêr 10'ê sibê de hat rawestandin.

Eutelsat, roja pêncşemê fermana rawestandina weşanê dabû. Rayedarên Mednûçe dan xuyakirin, jiber zextên Tirkiyê şîrketê ev biryar girtiye.

Med nûçe, sala 2013'ê dest bi weşanê kiribû.Sala 2012'ê jî Eutelsatê weşana televîzyona Roj TV rawestandibû.

Weşana Med nûçe TV li ser satelayta Hotbirdê berdewam dike.