Dugîn: Roja berî derbeyê me Tirkiye agahdar kir

Nûnerê taybet yê Serokê Rûsyayê dibêje, jiber Erdogan berê xwe daye Rûsyayê, hewldana derbeyê bûye û rojek beriya derbeya 15'ê Tîrmehê jî rayedarên Tirkiyê agahdar kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet yê Serokê Rûsyayê dibêje, jiber Erdogan berê xwe daye Rûsyayê, hewldana derbeyê bûye û rojek beriya derbeya 15'ê Tîrmehê jî rayedarên Tirkiyê agahdar kirine.

Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Rûsyayê Aleksander Dugîn li Moskoyê bi Serokê Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Avrasyayê Hesen Cengiz re civînek çapemenî darxist. Dûgîn got, roja 14'ê Tîrmehê ew li Enqerê bû û bi 15 parlamenter û Şaredarê Enqerê û rayedarên pilebilind yên MÎT'ê re civiya ye û ji hewla derbeyê rayedar agahdar kirine.

Dugîn da zanîn ku, di meha adarê de agahdar bûne ku firokeya Rûsî bi fermana Erdoganî nehatiye xistin û fêm kirine ku ev yek bi armanca têkbirina pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê hatiye kirin.

Herwiha Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Rûsyayê Aleksander Dugîn da xuyakirin, dema Erdogan ji bo xistina firokeyê lêborîn xwestiye û berê xwe daye Rûsyayê, derbekaran jî hewl dane derbeyê bikin.