Baba Şêx daxwaza girtina kujerên 2 karmendan dike

Rêberê olî yê Êzidiyan, kuştina 2 karmendan li çiyayê Şingalê şernezar dike û daxwaza girtina tawanbaran û parastina asayişa welatiyan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê olî yê Êzidiyan, kuştina 2 karmendan li çiyayê Şingalê şermezar dike û daxwaza girtina tawanbaran û parastina asayişa welatiyan dike.

Rêberê olî yê Êzidiyan Baba Şêx di daxuyaniyekê de bi tundî tawana kuştina 2 karmendên Rêveberiya Rê û Pireyan a Dihokê şermezar kir, ku ji aliyê kesine nenas ve hatibûn revandin û duh termên wan li çiyayê Şingal hatibûn dîtin.

Baba Şêx got ku, ew tawan “Tirsnak” e û dikeve berjewendiya dijminên mirovatiyê û duristkirina fitneyê, di navbera gelê Kurd bi tevahî binav kir.

Herwiha Baba Şêx daxwaz ji aliyên ewlehiyê kir yên pêwendîdar kir, ku tedabîrên pêwîst bigirin, bo girtina tawanbaran û radestî yasa bikin û asayiş û aramiya welatiyan biparêzin.