Amerîka hevkariya xwe bi Rûsyayê rewestand

Di 12ê meha Îlona borî de Rûsya û Amerîka agirbestek li Sûriyê ragehandibûn, piştî heftiyekê careke din Rûsyayê dest bi êrîşên xwe kir.

K24-Navenda Nûçeya

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jhon Kerby ragehand, ji ber ku, Rûsya bi rêkevtinên xwe ne pabende welatê wî hevkariya pêre rawestand.

Derbarê vê babetê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Jhon Kerby di kongireyeke rojnamevanî de wiha got:Biryara rawestandina hevkariyê ligel Rûsyayê bi zehmetî hate standin, Em nikarin behsa wê yekê bikin ku, bi hesanê hatiye standin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Rûsyayê di beyanameyekê de ragehand ku, biryara Amerîka bi rawestandina hevkariyê derbarê kirîza Sûriyê de cihê mixabiniyê ye.

Biryara Washingtonê piştî wê yekê hat ku, her yek ji Rûsya û rejîma Sûriyê taxê rojhelata bajarê Helebê bi tundî topbaran dikin.

Di 12ê meha Îlona borî de Rûsya û Amerîka agirbestek li Sûriyê ragehandibûn, piştî heftiyekê careke din Rûsyayê dest bi êrîşên xwe kir.