Tirkiyê:Dibe ku Fethula Gulen ji Amerîkayê bireve welatek din

da zanîn ku, wan delîlên berbiçav radestê Amerîkayê kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragehand ku, agahiyên saxlem di destê wan hene ku Fethula Gulen dê ji Amerîkayê bireve welatek din.

Derbarê vê babetê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, beriya civîna koma AK Partî, li Parlamentoya Tirkiyê bersiva pirsên rojnamegeran da û ragehand ku, wî di 10'ê îlone de bo radesdestkirina Gulen serî li rayedarên Amerîkî daye û li benda bersiva Amerîkayê ne.

Da xuyakirin ku,  Fethula Gulen rêveberê derbeya 15'ê Tîrmehê ye û delîlên berbiçav radestê Amerîkayê kirine.

Aşkere kir ku, Amerîka ji ber hin gumanan welatiyê Tirkiyê karsaz Reza Saraf girtiye binçavan lê, li gel hemû delîlan serokê rêxistina terorê Fethula Gulen nagre binçavan.