Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna Hesekê şermezar kir

Hemû dezgehên pêwendîdar di amadebaşiyê de ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hesekê ku, tê de 45 kes şehîdbûn û 93 kes birîndar bûne şermezar kir.

Derbarê vê babetê de Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de bi tundî teqîna ku, şevê din li bajarê Hesekê hatî kirin şermezar kir û got:"Em bi tundî wê kiryara terorîstan a hovane û dirinde şermezar dikin.Her wiha serxweşiyê ji kesûkarên şehîdan re dixwazin û silametiyê bû birîndaran."

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku, hemû damûdezgehên pêwendîdar li Kurdistanê di amadebaşiyê de ne bo alîkariya birîndaran û gihandina pêdawistiyên pizîşkî û tendirûstî.

Ev jî teqa beyanameyê ye:

Şeva borî 03.10.2016 e terorîstekî xwekuj di nav ahingekê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand, di encam de 25 welatî şehîd bûn û hejmarek birîndar bûn.

Em bi tundî wê kiryara teroristî û hovane li bajarê Hesekê şermezar dikin, serxweşiyê li malbatên şehîdan re dikin, hêviya saxûsilametiyê ji kesên birîndar jî dixwazin, di heman demê em radgehînin ku, damûdezgehên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne bo arîkariya birîndaran û dabînkirina pêdawistiyên bizîşkî û tendirûstî ji wê rûdana ku qewimî, li hemû demî de em hevsoz û piştevaniya xwîş û birayê xwe yên Rojavayê Kurdistanê ne û xem û azarên wan xem û azarên me ne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

04.10.2016