Heyva Sor: Di teqîna Hesekê de 34 kes şehîd bûn

Serokê Heyva Sor a Kurd Egîd Îbrahîm ji K24ê diyar kir ku, hejmara xelkên di teqîna bajarê Hesekê şehîd bûne gihêştiye 34 kesan.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Serokê Heyva Sor a Kurd Egîd Îbrahîm ji K24ê diyar kir ku, hejmara xelkên di teqîna bajarê Hesekê şehîd bûne gihêştiye 34 kesan.

Serokê heyva sora Kurdî da zanîn jî, ku nêzîkî 90 kesî birîndar bûne, ji nava wan dora 60 birîndaran, birînên wan sivik bûn û tên çareserkirin.

Egîd Îbrahîm amaje bi wê yekê kir ku, 3 birîndar jî ji aliyê wan ve bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.