Ji bo birîndarên Hesekê banga xwînê hat kirin

Di encama teqîna ku li bajarê Hesekê rû daye, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û piraniya birîndaran bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhestin. Ji ber nebûna xwînê, derman û alavên tenduristî, metirsî li ser jiyana hin birîndaran heye.
kurdistan24.net

K24 – Heseke
Di encama teqîna ku li bajarê Hesekê rû daye, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn û piraniya birîndaran bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhestin. Ji ber nebûna xwînê, derman û  alavên tenduristî, metirsî li ser jiyana hin birîndaran heye.

Bi dehan birîndar li nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê belav bûn, ev jî di encama teqîneke teroristî ku duh li şahiyekê li hola Senabil li bajarê Hesekê rû da, di encamê de nêzî 34 kesî şehîd bûn û 90 kesî birîndar bûn û rewşa hin ji wan di metirsiyê de ye.

Ji ber karînên tenduristî yên kêm, piraniya birîndaran bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hetin veguhestin. Herwiha hemû nexweşxane bo xwebexşiya xwînê bang belav kirin û hejmareke mezin ji welatiyên Hesekê li nexweşxaneyan belav bûn, bo xwînê bidin. Ji aliyekî din ve, kêmasiya dermanan bû pirsgirêk bo çareserkirina rewşa birîndaran.

Ev teqîn di riya kesekî xwekuj re bû, ku karîbû derbasî hola şahiyê bibe û xwe di nav xelkê de biteqîne.