Malbateke hejar bi hevkariya cîranan dijî

Bang li hemû sazî, komele û rayedaran dikin ku zaroka wan derman bikin û alikariyekê bidin wan.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li bajarê Mûşa ser bi bakurê Kurdistanê malbata Çelîk li benda piştgiriya aborî ye. Ev malbata ku di bin zor û zehmetiyan de debara xwe dike, hem dê û bav û hem jî zarokên wan nexweşin.

Malbata Çelîk ya ku li taxa Gazî ya navçeya Malazgîrtê dijîn, bi hevkariaya cînarên xwe jiyana xwe didomînin. Eyup Çelîkê bavê malê yê ku 40 salî yeû ji sedî 50 kêmendam e; jina xwe, pênc zarok û xwesûya xwe xwedî dike.  Xanima wî nexweşa tansiyonê ye û zarokekî wan jî ji sedî 50î kêmendam e.Bavê malê bang li rayedaran dike ku beriya zivistanê alikariya wan bikin.

Derbarê vê yekê Bavê Malê Eyûp Çelîk wiha got:

"Pêşiya me zivistan e ji xwe mehek du mehên din dê berf bibare. Mala min de ne komir heye ne dar heye. Ez dixwazim gel alikariya min bike ez bi alikariya xelkê debara xwe dikim. Çar heb xwendekarê min hene. Ez nikarim. Carna pere tuneye ku ez bidim zarên xwe, zarên min birçî diçin dibistanê."

Pênc zarokên malbata Çelîk hene û her pênc zarok jî dixwînin. Bavê wan ji ber ku pere tûneye nikare ji bo wan amûrên dibistanê bistîne. Mûçeyê bavê wan zarokan ya kêmendamiyê sê mehan carekê distant jî hatiye birin, ji ber vê yekê tu derfetê wan zaroka nîne ku biçin dibistanê.

"Heyama nû ya perwerdehiyê destpêkiriye, lê belê ez û xwişk û birayên xwe nikarin biçin dibistanê. Ez dixwazim ku ji bo me amxûrên dibistanê bên standin ku em jî biçin dibistana xwe."

Malbat dibêje ku hewceye zaroka wan ya ji sedî 50î kêmendam e bê dermankirin lê belê di destê wan de tiştek tuneye ku zarokê xwe bibin nexweşxanê û bang li hemû sazî, komele û rayedaran dikin ku zaroka wan derman bikin û alikariyekê bidin wan.