Pêwendiyên Iraq û Tirkiyê aloz dibin

Duh, Parlamentoya Iraqê li ser dirêjkirina muhleta hêzên Tirkiyê li ser axa xwe şermezar kiribû .

K24-Navenda Nûçeyan

Her du welatên Iraq û Tirkiyê gazî balyozên hev kirin û nerazîbûna xwe li hember hev nîşan dan, ev yeke jî pêwendiyên her du welatan aloz kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li balyozê Iraqê li Enqere Hişam Elewî kir û nerazîbûna xwe li ser parlementoya welatê wî nîşand da.

Di heman demê de Wezareta Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiyê li Bexdayê Farûq Kaymaçî  kiri û nerazîbûna hikûmeta xwe li hember hebûna hêzên wî welatî li devera Başîqê nîşanda.

Duh, Parlamentoya Iraqê li ser dirêjkirina muhleta hêzên Tirkiyê li ser axa xwe şermezar kiribû û bang li Tirkiyê kir ku, Hêzên xwe ji Iraqê vekşîne.