Tirkiyê: Em amade ne hevkariya Iraqê bikin

Aşkere kir ku, armanca wan parastina Mûsilê ye, ji ber ku, Tirkiye ji destpêkê ve digel hêzên herêmî û hêzên pêşmerge hewla rizgarkirina Mûsilê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmus ragehand ku, bi armanca paqijkirina terora nav Iraqê ew amadene hevkariyê bikin.

Derbarê vê babetê Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş rexne li biryara Parlementoya Iraqê girt û da zanîn ku, armaca hebûna leşkerên Tirkiyê ya li Başîkayê ne dagirkirina wî welatiye.

Aşkere kir ku,  armanca wan parastina Mûsilê ye, ji ber ku,  Tirkiye ji destpêkê ve digel hêzên herêmî û hêzên pêşmerge hewla rizgarkirina Mûsilê dike.

Kurtulmuş wiha jî got:"Ew yekbûna axa Sûriyê diparêzin û mafê ti kesî nîne li dijî hebûna leşkerên Tirkiyeyê a li Başîkayê derbikevin."

Cigîrê Serokwezîr herwiha da zanîn ku, rêveberiya Herêma Kurdistanê jî ji Tirkiyê ji bo rizgarkirina operasyona Musilê daxwaza alîkariyê dike.

Duh parleemntoya Iraqê li dijî Tezkereya Tirkiyê nerzîbûn nîşan dabû û gotibû pêwîst e Tirkiye leşkerên xwe ji Başîkayê vekişîne.