Dadgeha Antalyayê hat valakirin.

Li Tirkiyê Îro danê sibê polîsan dadgeha Antalyayê bi hinceta bombe hatiye danîn, valakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Îro danê sibê polîsan dadgeha Antalyayê bi hinceta bombe hatiye danîn, valakirin.

Serdozgerê Komarê yê Antalayayê Ramazan Solmaz got, ew hatine agahdarkirin ku li nav dadgehê bombe hatiye danîn. Ji ber vê yekê dadgehê vala dikin.

Solmaz da zanîn ku, li dadgehê xwekûj nîne û nûçeyên bi vî rengî tên belavkirin, bêbingeh û ji rastiyê dûr in, lê wan dadgehê di çarçoveya bergiriyên ewlekariyê de vala kirine.

Hêzên ewlekariyê li derûdora dadgehê bergiriyên berfireh standin û pisporên bombeyê li cihê bûyerê hatin vegûhestin.