Joe Biden pêwendiyeke telefonî bi Barzanî re dike

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden pêwendiyeke telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir û di pêwendiyê de jî her du aliyan tekezî li ser pêwendiyên hevbeş kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyeke telefonî de Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî rewşa siyasî ya Iraqê û operesyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Di pêwendiyeke telefonî de Cîgirê Serokê Amerêka Joe Biden piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê, Pêşmerge û Serok Barzanî kir. Herwiha piştevaniya xwe bo siyaset û stratîjiya Serok Barzanî û şêwazê serkirdeyatiyê ragihand.

Biden amaje bi serkeftinên ku di şerê terorê bidest xistine kir ku, ji encama karê hevbeş ya hêza Pêşmerge, hêzên Iraqî û hêza Hevoeymaniya Navdewletî bûye û bi hev re karê cidî yê hevbeş bo bidawîanîna DAIŞê jî encam didin. Herwiha Biden piştevaniya welatê xwe bo rêkeftin û plana leşkerî ya rizgarkirina Mûsilê jî kir.

Biden pîrozbahî li Serok Barzanî kir, ku piştî serdana Barzanî bo Bexdayê serkeftî bûye û encamên baş jê hatine wergirtin û tekez li wê yekê kir jî, ku Amerîka piştevanê rastgoyî ya siyaseta bibawerî ya Serok Barzanî ye.

Di hemberê de, Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û artêşa Amerîka kir, ku di şerê li dijî terorê de Pêşmerge bûne. Serok Barzanî tekez kir jî ku Herêma Kurdistanê şerê terorê bi erkekî exlaqî û mirovî dizane.

Her di wê pêwendiyê de bahsa çawaniya danûstandina ligel pirsgirêka koçber kirin û Biden hûrgiliyên plana welatê xwe bo girfta koçberan û alîkariya darayî bo pêşeroja Mûsilê nîşan da.