Rejîmê 4 gund û 2 xalên pişkinînê li Hemayê kontrol kir

Ji ber topbaraneke tund çekdarên opozîsyonê neçarbûn xwe vekşîn in.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê li bajarê Hemayê pêşve çû û karî 4 gundan û du xalên giring ji destê çekdarên opozîsyona Sûriyê kontirol bike.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, cara yekemîne hikumeta Sûriyê li bajarê Hemeyê pêşvediçe, da zanîn ku, Artêşa Sûriyê karî 4 gundan û du xalên giring kontirol bike.

Li gor Rewangeha Mafê Mirovan kontirolkirina wan her 4 gundan piştî bombarankirineke tund ji aliyê firokeyên Sûriyê hat, wê demê çekdarên opozîsyonê neçarbûn ku, bipaşve bikişin.

Her du xalên pişkinînê berî du heftiyan ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hatibûne kontirolkirin û yekîneya feyleq El-Şam ragehandibû ku, rejîma Sûriyê pilana kontirolkirina bajarê Hemamyê bi temamî heye.