Xelkê Liceyê ji qedexekirinan bêzar bûne

Ji ber şer û aloziyên di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Ewlekariya Tirkiyê de diqewime, gelek caran li gundewarên navçeya Liceyê ya Diyarbekirê, qedexeya derketina kuçe û kolanan tê ragihandin. Niştecihên navçeyê amaje dikin ku, ew ji qedexeyên ku li ser hev tên ragihandin, êdî bêzar bûne.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Ji ber şer û aloziyên di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Ewlekariya Tirkiyê de diqewime, gelek caran li gundewarên navçeya Liceyê ya Diyarbekirê, qedexeya derketina kuçe û kolanan tê ragihandin. Niştecihên navçeyê amaje dikin ku, ew ji qedexeyên ku li ser hev tên ragihandin, êdî bêzar bûne.

Navçeya Liceyê, li rojhilatê bakurê Diyarbekirê dikeve û yek ji 17 navçeyên Diyarbekirê ye. Di erdhêja ku di sala 1975'an de pêk hatibû de 2 Hezar û 385 kesan canê xwe ji dest dan. Ji 8 hezaran zêdetir avahî hilweşiyan. Di bûyerên sala 1993'yan de 16 kes hatin kuştin, gelek mal û dikan hatin şewitandin û bi hezaran kes, neçar man ku koç bikin.

Xelkê Liceyê bi salan in ku birînên xwe derman dikin. Ji sala 2015'an û bi vir ve ji ber ku gelek caran li gundewarên navçeyê qedexe tên ragihandin, niştecihên navçeyê ji can û malên xwe biqîsawet in.

Welatiyê bi navê Mûrad Eşer di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Em li malên xwe rûdinên, dema ku dengê teqînên topan tê zarokên me yên 2 salî jî ditirsin. Em xelkê Liceyê gelek aciz bûne, me pir kişand. Yanî di heyama erdhêjê de me kişand, di heyama bûyerên 1993'yan de me kişand û em hîn jî dikişînin."

Welatî Fahrî Menteşe jî dibêje:"Îsal rez û baxçeyên me hemû hişk bûne, hemû şewitandin, dar û daristanên me tev şewitandin. Tiştek ji me re nehiştin. Em jî nizanim bi ku derê ve biçin, em neçar in ku em li vir bin."

Ji ber erdhêj û pevçûnan, hejmara serjimêra Liceyê kêm bûye. Li gorî daneyên sala 2015'an, li navenda navçeyê nêzî 10 hezar, li gundewaran jî 15 hezar kes dijîn. niştecihên navçeyê, debara xwe bi ajalvanî û cotkariyê dikin û kêmbûna  derfetên aboriyê û aloziyên li derdora navçeyê, wan bêzar dikin.

Welatî Abîd Delîdere amje kir û anî ziman: "Yên ku rewşa wan a aboriyê baş e, ji Liceyê bar kirine û  çûne.  Lê yên xîzan ku nikarin biçin ciheke din û kirêya xaniyan bidin, li vê derê mane. "

Niştecihên Liceyê, ji rayedarên Dewleta Tirkiyeyê û PKK'ê dixwazin ku êdî şer û aloziyan bi dawî bikin da ku ew êdî ne bi xeberên mirin, kuştin û koçkirinê, bi pêşketinên razemenî û aboriyê di rojevê de cih bigirin.