Êrîşên Rûsya li ser DAIŞê tenê 17e ji sedî ne

Ev zêdeyê salekê ye Rûsya destewerdanê di Sûriyê de dike, di şerê wî welatî de piştgiriya rejîma Sûriyê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Navenda ISH ya lêkolîna ragehand ku, rêjeya êrîşên Rûsyayê li ser bingeh û baregehên DAIŞê tenê ji sedî 17e .Da zanîn ku, ewlewiyet li cem Rûsyayê ne şerê terorê ye lê piştgiriya rejîma Esede.

Derbarê vê Yekê Şirovekarê Rûsî li navenda Elêkis Kokoşarov ragehand ku, di destpêka sala 20163ê de êrîşên Rûsyayê li ser DAIŞê kêmbûn û bûn 26 ji sedî û her diçe kêmtir dibe heta ku, di van sê mehên dawî yê de bûne 17e ji sedî.

Li gor rapora wê navendê û şirovekarê wê ewlewiyet li cem Rûsyayê ne şerê li dijî DAIŞê ye lê piştgiriya rejîma Sûriyê ye.Da zanîn ku, Rûsya dixwaze şerê navxweyî yê Sûriyê tenê di navbera hikumet û DAIŞê de bimîne daku, piştgiriya opozîsyonê nemîne.

Ev zêdeyê salekê ye Rûsya destewerdanê di Sûriyê de dike, di şerê wî welatî de piştgiriya rejîma Sûriyê dike.