Li Tirbespiyê Faris Mihemed bibîr hat

Li gundê Aleqosê ya girêday bajarê Tirbespiyê hejmarek aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê merasîma salvegera duyemîn a Faris Mehmed hevrêzkarê giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd lidar xistin. Kesên beşdar tekezî li ser rola Faris Mehmed di tevgera ciwan de kirin, ku pêşengiya gelek xwepêşandan li piraniya bajarên Kurdî kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Tirbespiyê

Bi helkefta derbasbûna 2 salan bi ser koça dawî ya Hevrêz Karê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd (KCK) Faris Mehemed, hejmarek ji gencên deverê  bûneya navhatî vejîn kirin. Li gor endamên TCKê Faris Mehmed yek ji stûnên sereke  bû di destpêka pêlên guhertinê di li Sûriyê û pêşengiya dehan xwepêşandan kiriye.

Faris Mehmed yê ku di sala 2013an wek Hevrêzkarê Giştî yê TCK hat hilbjartin, di Cotmeha sala 2014an bi sedema nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneya paytexta  Tirkiyê koça dawî kir.

Tevgera Ciwanên Kurd ku wek hêzeke siyasî ser bi xwe tê naskirin di sala 2004an dê piştî serhildana Qamişlo de hat damezrandin û gelek  xwepêşandan û çalakî li ser zemînê saz kiriye.

TCK nûnertiya hejmarek mezin ji gencên Rojavayê Kurdistanê dike, di nav rêzên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ye, dibe mîna pireyekê di navbera nifşê ciwanan û tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê.