Rojnameya Guardian: PKK beşek ji Heşda Şeibî ye

Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek beşek ji hêza Heşda Şeibî tê hejmartin û pereyan jî ji Bexdayê werdigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek beşek ji hêza Heşda Şeibî tê hejmartin û pereyan jî ji Bexdayê werdigirin.

Rojnameya “Guardian”ya Brîtanî di raportekê de belav kir û nivîsiye “Ew hêzên PKKê yên li Şingalê ne, beşek in ji hêza Heşda Şeibî ye û pereyan ji hikûmeta Iraqê werdigirin.”

Gauradian di wê raportê de nivîsiye jî, di nava wê bê serûberî, şer û kuştina li Sûriyê heye de, diyar e li dawiyê plana Îranî biser dikeve.

Îran bo wê arasteyê, dixwaze kontrolkirin û desthilateke wê ya berfereh li ser navçê hebe, ji ber ku Îran di riya hêzên Heşda Şeibî, Esayib Ehluheq û Hizbulaha Libnanî, kariye serkeftî be di misogerkirina riyekê bo Iraq û Sûriyê bi hev re girêbide. Erkê Îranê jî bêhtir asan bûye, piştî ku di vê dawî de çend navçeyên Sunenişîn ji destê DAIŞê hatin kontrolkirin.

Rojnameya Guradian dibêje, hebûna PKK li navçeyên Şingalê di lîstok û plana Îranê de, da ku li wê navçeyê wek pasawenekî be, ku Îran dixwaze bigihe kûrahiya Sûriyê û kar bo yekê dike.

Rojnameya Guardian amaje bi wê yekê dike ku, plana Îranê bi serpereştiya Fermandarê Leşkerê Qudis yê artêşa Pasdaran Qasim Suleymanî bi rê ve diçe, ku li şerên navçeyên Tekrît, Felûce, Enbar û parêzgeha Diyala rola wê hebûye. Herwiha hewleke mezin heye ku Heşda Şeibî wek hêzeke sereke di proseya leşkerî ya kontrolkirina Mûsilê de beşdar bibe, da ku zêdetir ew plan ji armancên xwe ve nêzîk bibe.

Hêzên PKKê ji demekê ve ji aliyê rêveberiyê wê navçeyê û berpirsên pilebilind yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û di vê dawiyê de Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan daxwaz ji PKKê kirin, ku ji navçeyên Şingalê vekişin, lê heta niha ew hêz venekişiye û bi ti awayekî amadehiya diyar nekirine ku vekişin jî. Herwiha li wan mavçeyan bûne pirsgirêkek li pêş avakirina îdarî, ji ber ku hejmarek ji avahiyên dezgehên hikûmî di destê gerîlayên PKKê de ne, herwiha kantonkirina Şingalê jî di ecideya wan ya siyasî de ye.

Berî demekê jî rojnameya “Urshalim Post” ya Îsraîlî di raportekê de amaje kiribû, ku Îran hewl dide xwe bigihîne deverên Êzidiyan û çiyayê Şingalê kontrol bike, ku pêgeheke leşkerî ya girîng e û ji wê deverê ve mûşekan arasteyî Îsraîlê bike.