Yeldirim:Rojev parlementoyê dê bibe sîstema serokatî û destûra nû
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim ragehand ku, ewê sîstema serokatî û destûra nû bînin rojeva Parlamentoyê û şêwaza rêveberiya niha li Tirkiyê heye bikin yasayî.
Yildirim di civîna Serokên Şaxên Bajaran yên AK Partiyê de axivî û spasî bo Devlet Bahçelî kir ku piştevaniya sîstema serokatî dike.
Da xuyakirin, destûrek nû pêdiviyek girîng e divê yan parlamento yan jî xelk biryara vê bide û ewê di demek kurt de bînin rojeva parlamentoyê.
Yildirim got ku, îradeyek xurt û berdewam bo parastina yekîtî û serweriya xaka Tirkiyê pêdiviyek jiyanî ye.