Serokerkanê Tirkiyê sînorê başûrê Kurdistanê lêkolîn dike

Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar, tevî fermandarên hêzên bejahî û asmanî li Şirnexa ser sînorê başûrê Kurdistanê lêkolîn kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar, tevî fermandarên hêzên bejahî û asmanî li Şirnexa ser sînorê başûrê Kurdistanê lêkolîn kirin.

Fermandarên Artêşa Tirk, bi armanca çavdêrîkirina rewşa hêzên serbazî yên li Bakurê Kurdistanê gihîştin Şirnexê û bi parêzgar Alî Îhsan Sû re hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinê, çavdêriya Akar û fermandaran ser sînorê başûrê Kurdistanê berdewam kir.

Medyaya Tirkiyê ragihand, armanca serdana fermandaran kontrolkirina amadekariya dawî ya bo operasyona Mûsil û operasyona hember PKKê ye û her wiha gelek hêzên serbazî li navçeya Silopî hatin bicihkirin.