Brîtanya behsa bijardeyeke leşkerî di Sûriyê de dike

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje, ya baş ew e ku Brîtanya destêwerdaneke leşkerî di krîza Sûriyê de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje, ya baş ew e ku Brîtanya destêwerdaneke leşkerî di krîza Sûriyê de bike.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje Borîs Johnson li pêş Komîteyeke parlementoya welatê xwe de ragihand, ya baş ew e ku Brîtanya destêwerdaneke leşkerî di krîza Sûriyê de bike, lê ev gav divê di çarçoveya Hevpeymaniya Nadewletî û bi Amerîka re bê kirin.

Johnson got jî: “Divê careke din em di bijardeyan de bigerin, bijardeyên leşkerî jî dê bêhtir bi encam bin, lê divê em di awayê bêkanîna wê yekê de lêkolînê bikin.”

Johnson amaje bi wê yekê jî kir ku, bijardeya zêdekirina cezayan li ser kesayetên rêjîma Beşar Esed vekiriye.

Ji  meha borî ve rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, li taxên rojhilatê Helebê dest bi êrîşê kiriye.  Roja 8 Cotmehê Rûsya karta “Veto” li dijî projeya Fransî ya derbarê krîza Sûriyê de di Encûmena Asayişa Navdewletî de bikar anî. Vetoya Rûsyayê jî gelek nerazîbûn ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê li pişt xwe anî.