Krimlîn: Nabe Brîtanya şerê Esed bike

Rûsya derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê de dibêje, heger artêşa Brîtanyayê li Sûriyê şerê terorê, ne şerê Beşar Esed bike ev yek cihê dilxweşiya wan e .

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê de dibêje, heger artêşa Brîtanyayê li Sûriyê şerê terorê, ne şerê Beşar Esed bike ev yek cihê dilxweşiya wan e.

Berdevkê Krimlînê Dîmitirî Bîskov derbarê gotinên Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ya li ser egera destêwerdaneke leşkerî ya Brîtanî di Sûriyê de, ragihand, heger artêşa Brîtanyayê şerê li Sûriyê dê şerê grûpên terorsit bike, ne şerê rêjîma Sûriyê, ev yek cihê  dilxweşiyê ye.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson li pêş Komîteyeke parlementoya welatê xwe de ragihand ku, Brîtanya bijardeya destêwerdaneke leşkerî di krîza Sûriyê de behs dike, lê ev gav divê di çarçoveya Hevpeymaniya Nadewletî û bi Amerîka re bê kirin.