Operasyona "Mertala Feratê" berdewam e

Arteşa Tirkiyî di 24ê Tebaxê de ketibû Cerablûsê û operasyonên leşkerî yên hêzên wan heta niha jî berdewame.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, operasyona wan a li Cerablusa Sûriyê di roja xwe ya 52mîn de berdewam dike.

Sererkanîyê diyar kir ku, heta niha li Sûriyê hezar û 100 kîlometregoşe erd ketiye bin kontrola wan. Herwiha herî dawî hêzên leşkerî yên Tirkiyê 62 bingehên DAÎŞê xistine û hejmarek zêde çek û teqemeniyên DAÎŞê hatine tinekirin.

Hwerwiha da zanîn ku, şerûpevçûn jî car caran rû dide û di encamê de 2 endamên Arteşa A zad a Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Arteşa Tirkiyî di 24ê Tebaxê de ketibû Cerablûsê û operasyonên leşkerî yên hêzên wan heta niha jî berdewam e.