Tirk û Almanan Li Stenbolê konfransek bo aştiyê li darxistin

Konfirans bi mebesta jinûve destpêkirina porseya aştiyê ye.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê ev nêzî saleke şer û pevçûnên di navbeyna hêzên dewletê û PKK de berdewamin û bi vî şerî re pêwendîdar ji bo dîsa destpêkirina proseya aşitiyê li Stenbolê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de proseyên aşitiyê yên li Kolombiya, Fîlîpîn û Endonezyayê hatin rojevê û beşdarên ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku; di proseyên wiha de arîşe û asteng rû didin lê ya giring divê li hember van asteng û arîşeyan îradeyeke mezin bê nîşandan.

Li Stenbolê ji aliyê hin rêkxistinên civakî yên Tirk û Almanan ve konferansek hat li darxistin. Di konferansê de bi proseyên li Kolombiya, Fîlîpîn û Endonezyayê ve pêwendîdar şerê navbeyna PKK û hêzên dewleta Tirkiyê de hat nîqaş kirin.

Navbeynkarê berê yê Tevgera azad ya Açeyê M.Nur Djulî proseya aşitiyê ya di navbeyna Hêzên dewleta Endonezyayê û artêşa azad ya Açeyê de ya ku ji ber serxwebûna Açeyê şer dike anî rojevê û got di proseyên aşitiyê de astengên wiha peyda dibin.

Navbeynkarê berê yê Tevgera Azad ya Açeyê M. Nur Djulî wiha got:''Proseyên aştiyê bi dîtinê wek bikare rêvebiçe xuya dike lê carinan hinek pirsgirêkên pêşbînî nehatîn kirin derdikevin holê. Bandora Aktorên veşartî li ser xerakirina proseyê carinan çêdibe. Ji ber wê divê rêxistinên sivîl jî daxilî proseyên aştiyê bibin û herdem civak bê agahdar kirin:

Serokê heyeta rizgariya Îslamî (MILF) Mohagher Iqbal jî bal kişand ser proseya di navbera dewleta Fîlîpînê û Rêkxistina Rizgariya Îslamî Moroyê (MILF) û got: di proseyên aşitiyê de bi giştî, piştî ku şerekî taybet di navbera herdu aliyan de rû dide ev prose radiwestin.

Serokê berê yê heyeta rizgariya Îslamî yê Moro yê(MILF) Mohagher Iqbal:"Heger yek ji aliyan dev ji pozîsyona xwe ya radîkal ber ne de; yan Hikûmet bibêje hemû çekên xwe bê şert û merc teslîm bikin an jî aliyê din li ser serxwebûnê bi biryar be, prose radiweste. Herdu alî jî neçarin ku dev ji hin tiştan berdin.

Yek ji organîzatora konferansê Prof. Ayşe Betûl Çelîka Endama hîndekarîyê ya Zanîngeha Sabanciyê, di konferansê de diyar kir ku, proseya li Tirkiyê ji mînakên din yên li ser cîhanê ne cûda ye.

Prof. Ayşe Betûl Çelîk ji K24ê re wiha axifî:"Proseya me ya aşitiyê ya Tirkiyê, ji havîna par û şûnde rawesta. Lê ji xwe, ji wê havînê û şûnde ye bûyerên gelekî mezin li vir rû dan. Gava em li proseyên aşitî yên li cîhanê bi nêrin em ê bi bînin ku ev prose gelekî dirêj û dijwarin. Ev demeke kine ku em li Tirkiyê li ser aşitiyê di axivin. Ji ber vê yekê bi ya min divê em hêviya xwe neşikênin."

Prof Gencay Gûrsoy jî di civînê de axaft û got ku, konferansên bi vî awayî ji bo qanî kirina herdu aliyan gelekî girîng in.

"Gava gel ji bo daxwazên xwe yên aşitiyê tû rêyan nebînin ku bînin ziman, gelên aştîxwaz yên li ser cîhanê van daxwazan tînin ziman. Ev konferans jî bi vî awayî çêbu. Anku em niha tenê bi riya konferansan dikarin dengê xwe bigihînin dewletê.

Di konferansê de gelek nêrînên cûda yên li ser proseyên aşitiyê hatin rojevê. Herwiha dê di roja duyan de hem ji hikûmetê hem jî ji opozîsyonê çend wekîl jî dê beşdarî vê konferansê bibin.