Dîdara Cizîrê ya Niştimanî li bajarê Amûdê bi rê ve çû

Li jêr diruşma bi hev re ji bo rawestandina şer û avakirina Sûriyayeke demokrat ji hemû xelkên wê re, Dîdara Cizîrê ya Niştimanî li bajarê Amûdê bi serpereştiya Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurd li Sûriyê (PPDKS) û rêxistina Asûriya Demokrat hate li darxistin.
kurdistan24.net

K24 – Amûde

Hejmarek ji partî, rêxistin, êl û saziyên civaka sivîl beşdarî vê dîdarê bûn bi armanca nêzîkbûna helwestên pêkahatên deverê derbarê çareseriyekê ji pirsgirêkên deverê û sûriyê bi tevayî re.

Gelek gotin û nerîn ji aliyê hin partî, rêxistin û çarçoveyên siyasî ve hatin pêşkêş kirin. Li gorî hin beşdaran, armanca vê dîdarê pêk nehat, ew jî bi sedema ku piraniya gotin û daxuyaniyên hatine xwendin û ti projeyên serkeftî ne hatin pêşkêşkirin.

Hin aliyên serbixwe jî tekez dikin ku serpereştên dîdarê rê nadin kesayeteyên serbixwe yan jî saziyên civaka sivîl ku bi erkê xwe rabin û tenê bal tê kişandin ser aliyên siyasî.

Dîdara navhatî ku di heyama rojekê de, dê bi dawî bibe, ti al yan jî diruşmên Kurdî nehatin hildan. Herweha her du aliyên siyasî yên sereke di Rojavayê Kurdistanê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) lê beşdar nebûn.