Gelo, careke din li Lozanê nexşe dê bê guhertin

Li bajarê Lozanê ya Siwîsreyê derbarê krîza Sûriyê de bi serperiştiya Rûsya û Amerîka û bi beşdariya çend welatan civînek bi rê ve çû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Lozanê ya Siwîsreyê derbarê krîza Sûriyê de bi serperiştiya Rûsya û Amerîka û bi beşdariya çend welatan civînek bi rê ve çû.

Piştî sala 1923an, vê carê tê pêşbînîkirin, Tirkiyê planekê pêşkêş bike ji bo çareserkirina krîza Sûriyê. Herwiha pêkanîna hevkariyê di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsya di êrêşên wan de dijî DAIŞê, piştî rawestandina hevkariyê ji berî 3 hefteyan ve.

Lê berî destpêkirina civîna giştî ya Lozanê Wezîrên Derve yên her du welatan Amerîka û Rûsyayê John Kerry û Sergey Lavrov civînek dualî lidar xistin. Berî ku digel wezîrên derve yên Îran, Misr, Iraq, Qeter, Siûdiye û Tirkiyê bicvin. Bi vî awayî bihêztirîn alîgir û dijberên rêjîm û opozîsyona Sûriyê rûdinin.

Her çend e, opozîsyona Sûriyê  dilgiraniya xwe derbarê ji nebûna wê li ser maseya danûstandinê nîşan dide, lê Hevrêzî Giştî yê Îtlafê digel Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Valtir Steinmayer re civiya û daxwaza sepandina fişarên zêdetir kir, j bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê.

Di Lozana sala 1923an de nexşeya deverê hate guhertin û Tirkiyê deverên din tevlî xwe kir. Gelo piştî ku Rûsy û Amerîka gotibûn agirbesta Helebê dawîn hewl e ji bo çareseriyê berya parçebûna Sûriyê, ma Lozana 2016an dibe xwedî vê biryarê be û nexşe careke din were guhertin û Sûriyê dabeş bibe.