Tirkiyê ber bi pergala serokatiyê ve diçe

. Nûnerên partiyên siyasî dan zanîn kudiyar e wê Tirkiye bi ragejiya derbarê Pergala Serokatiyê de wê hê jî demek dirêj mijûl bibe.
kurdistan24.net

K24-Enqere

Tirkiye bi lez û beziyekê ber Pergala Serokatiyê ve diçe. AK Partiyê pêşnûmaya derbarê Pergala Serokatiyê de amade kir û hate îdiakirin ku dÎroka referandÛmê jî bihara sala 2017an e.

Derbarê Pergala Serokatiyê de ku bi daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî hate rojevê rûdanên balkêş diqewimin.Li rexekî derkete holê ku ji aliyê partiya desthilat ve derbrê pergalê de pêşnûma hatiye amadekirin li aliyê din jî Wezîrê Dadê Bekîr Bozag diyar kir ku wê referandûm di mehên destpêka sala pêşiya me de lidar bikeve.

Li dij van rûdanan li parlamentoyê muxalefetê serî hilda. CHPê li beramberî kêşeyên wek korêya polîtîkaya derve, alarma ku derbarê aboriyê de dide, li hemberî nîqaşên Pergala Serokatiyê nerazîbûna xwe anî ziman. Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok diyar kir ku ew ê tû carî ji pergala parlamenteriyê venegerin û ew dê Pergala Serokatiyê jî neyînin Tirkiyê.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok wiha got:

"Hemû dert û kûlên me hatin jibîrkirin, çi hebe nîn be serokatî û xwen û xeyalên Recep Tayyîp Erdogan. Em hindekî cîddî bin. Tirkiye nîqaşeke wiha heq nake. Cûdakirina civakê ku di vê serdema darbeyek di ser serê me re derbasbûye de, bi kêra kê tê? AKPê bi helwesta partiyên din gava xwe bi paş ve avêtibû, lê bi gava MHPê re nîqaşên serokatiyê çû pêşiya her tiştî."

HDPê jî ragihandin ku mebesta nîqaşkirina Pergala Serokatiyê, ferzkirina rejima yekmirovî ya li ser civakê ye. Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baklûken diyar kir ku ji bilî Serokkomar Erdogan bibe serok tû derdekî din yê AK Partiyê tûne ye ligel ku welêt bibe cihê wêranê jî.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Balûken wiha axifî:

"Dolar hilda serê xwe û çû. Aborî hate ser asta têkçûnê. Ne gundî ne jî cotkar nema zanin bê wê sibê debara xwe çawa bikin. Lê ew bi darê zorê vê rojevê her didin berdewamkirin."

Cîgirê Serokê KomaMHPê Erkan Akçay jî di derbarê helweta wan ya li dij Pergala Serokatiyê de ew pirsên rojnamegeran bersivand. Akçay xwe nêzîkî bersiveke berbiçav nekir lê diyar kir ku dema pêşniyar hat ew ê jî li ser vê yekê bifikirin. Nûnerên partiyên siyasî dan zanîn kudiyar e wê Tirkiye bi ragejiya derbarê Pergala Serokatiyê de wê hê jî demek dirêj mijûl bibe.