Barzanî:Pêşmerge pêşmergeyên hemû Kurdistanê ne

Pêşmerge bi yek rêz û yek deng bêyî cudahiya hizbî û navxweyî beşdariyê di operasyona Mûsilê de dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, pêmerge di operasyonê de yekrêz û yek dengin û bêyî cudahiya hizbî û navxweyî beşdarî dibin, da zanîn ku, pêmerge pêmergeyên hemû Kurdistanê ne û serkeftina wan serkeftina hemû Kurdistanê ye.

Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

Bi navê xudayê mezin û dilovanç

Welatiyên xweştiviyên Kurdistan

Li van du salên borî de gelê Kurdistanê xweragir bûn, pêşmerge bi qehremanya xwe efsaneya DAIŞê şikand, niha şerê li dijî terorîstan di qonaxa yek aliyîker de ye, hêza pêşmerge bi hemahingî ligel Artêşa Iraqê beşdariya şerê azadkirina Mûsilê dike.

Di wê operasyonê de pêşmerge yek rêz û yek deng û bêyî cudahiya hizbî û navxweyî beşdardibin, erk û karê serbazî yê hemû aliyan diyar dike, hemû pêşmerge kur, bira û ezîzên min in û malbat û bira û pişt û penaya hev in, daxwaz ji hemû aliyan û berpirsan û ragehandinan dikim, cudahî û gengeşeya hizbî nexin nav rêzên pêşmerge.Pêşmerge Pêşmergeyên hemû Kurdistanê ne, serkeftina pêşmerge serkeftina hemû Kurdistanê ye.

Di dema birêveçûna operasyona azadkirina Musilê her kes yan berpirseke serbazî, ser bi her aliyek bê eger dûrî giyanê niştîmanî û Pêşmergayetî bê û hizbiyane tevbigerê, pêwîste Wezareta Pêşmerge kirdarê li gel da bike û li bereyên şer dûr bixe. Kanal û dezgehên ragihandinê jî ser bi her aliyek bin eger li belavkirina nûçeyên şer de li şûna xizmetkirina Kurdistanê û Pêşmerge bikevin nava gengeşeyên hizbî wê demê divê ji bereyên şer bêne dûr xistin û rûbirûyê yasa dibin.
ji xwedayê mezin hêvîdarim ku Pêşmerge li vê cengê de serkeftî bê û daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim wekî hemû caran piştevanê Pêşmerge bin.
Mesûd Barzanî
16.10.2016