Hesek.. Li dijî xwendina Rêveberiya Xweser xwepêşandan

Li bajarê Hesekê Bangewaziya Xwepêşadanekê li dijî rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û ji bo piştgiriya rêbazên rêjîma Sûriyê tê belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Hesekê Bangewaziya Xwepêşadanekê li dijî rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser û ji bo piştgiriya rêbazên rêjîma Sûriyê tê belavkirin.

Hejmarek çalakvanên bajarê Hesekê bangwaziyê ji welatyên bajêr re dişînin, da ku sibe roja Duşemê tevlî Xwepêşadanê bibin, ji bo vekirina dibistanan li pêş dayîna rêbazên xwendinê yên Wezareta Perwerdiyê ya rêjîma Sûriyê. Herwiha ji bo rawestandin hînkirinê bi rêbazên Desteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser.

Xwepêşadan dê li jêr dirûşma "Rêbazên me pêşeroja zarokên me ne" birêve biçe. Ji ber ku li gor çalakvanan rêbazên Rêveberiya Xweser pêşeroja zarokên wan ber bi çarenvîseke ne diyar ve dibe û ti alî li bawernameyên rêveberiyê mukir nayên.

Biryar e îsal nêzî 120 hezar şagirt li Cezîra Rojavayê Kurdistanê bi rêbazên Rêveberiya Xweser hîn bibin û ji koma hezar û 765 dibistanan, tenê 12 dibistan dê proseya hînkirinê bi rêbazên rêjîma Sûriyê bi rê ve biçin.