Ezîz Weysî:Pêşmerge 3ê K.m pêşveçûne
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandeyê Zêrevanî Ezîz Weysî ragehand ku, li gor wê pilana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî danî ew kardikin û beşdariyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de dikin.
Weysî li çiyê Zerdek derbarê hemahingiya Hêzên Zêrevanî ligel Hêzên din yên ku, di operasyonê de beşdarin wiha got:"Berî niha me hemahingî bi hev re kiriye û li gor pilanê em karê xwe dikin."
Herwiha Weysî da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge di roja yekem de bi 3ê K.m pêşveçûne, herwiha pilan weko hatiye danîn cîbecî dibe.