Bi vîdyo Pêşmerge şerê mal bi mal dikin
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge li gundê Bazgirtan mal bi mal li pey çekdarên DAIŞê dene û ew şûnmayên DAIŞê li gundan mayîn bi dawî tînin.
Kamîraya K24ê cih bicihên pêşmerge şerê nava malan û dawî şerê li wan gundan vedguheze.
Pêşmerge li nava gundan de ligel peyamênê K24ê re diaxifin û bi dilxweşî û hemaset serkeftinên xwe tînin ziman û radgehînin ku, eger Serokê Herêma Kurdistanê rê bide me ewê pêşveçûnan dikin heta ku, bigehin serntera bajarê Mûsilê.
Gundê Bazgirtan di çarçoveya qonaxa yekem a operasyona kontirolkirina bajarê Mûsilê deye.herwiha ew gund ligel 6 gundên din heta niha hatine rizgarkirin.
Pêşmergeyên Kurdistanê ji sê aliyan ve pêşveçûnan dikin, heta niha karîna 7 gundan rizgarbikin ku, 5 ji wan gundan dikeve ser rêya Hewlêr û Mûsilê.