Amerîka:Operasyona Mûsilê wê çend heftiyan dirêj bike

Pêşmerge bi sê aliyan ve beşdariyê di operasyonê de dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî  ya li dijî DAIŞê ragehand ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Iraqê ve destpêkirye û tê pêşbînî kirin ku, çend heftiya dirêjbike.

Derbarê vê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî  ya li dijî DAIŞê Stephen Townsend di kongiryeke rojnamevanî de ragehand ku, şerê Mûsilê şerke dirêj û giran e, lê Hêzên Iraqî baş xwe bo wê operasyonê amadekirine.

Townsend da zanîn ku, 54 hezar kes ji Hêzên Iraqê beşdariyê di wî şerî de dikin û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî piştevaniya wan dikin.

Ji aliyê xwe Amerîka  bi rêya Wezîrê Berevaniyê ya wî welatî Aşton Karter piştgiriya operasyona Mûsilê kir, da zanîn ku, ew operasyon girine.herwiha diyarkir ku, baweriya wan bi Hîzîn Iraqê tê ku, ewê dawî yê bi DaIŞê li Iraqê bînîn.

Operasyona Mûsilê îro danê sibehê destpêkir.