Nadya Mûrad nameyekê arasteyî pêşmergeyan û Hêzên Iraqê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Balyoza neyazbakiyê keça Kurda Êzdî Nadya Mûrad derbarê operasyona Mûsilê nameyekê bo hêzên pêşmerge dişîne, tê de hêvîdike ku, operasyon bi serbikeve û DAIŞ bi dawî were.
Derbarê vê yekê Balyoza neyazbakiyê keça Kurda Êzdî Nadya Mûrad li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kirye û tê de rêxistina DAIŞê bi nexweşiya penceşêr wesif kirye, herwiha piştgiriya xwe ji operasyonê re nîşandaye.
Mûrad di daxuyaniya xwe de hêvîkiriye ku, hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê di wê operasyonê de bi serbikevin û dawî yê bi rêxistina DAIŞê bînin.
Operasyona Mûsilê îro danê sibehê destpêkir, hêzên pêşmerge bi sê aliyan ve beşdariyê tê de dike û heta niha 9 gund kontirolkirine.