Barzan û Ebadî demjmêra destpêkirina operasyonê diyar kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Şeva borî, berî destpêkirina Operasyona rizgarkirina Mûsilê, di pêwendiyeke telefonî de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de demijmêra sifir a destpêkirina operasyonê hate diyarkirin.
Derbarê wê pêwendiyê malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belv kiriye ku, demijmêr 12e di pêwendiyeke telefonî de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, serokwezîrê Iraqê tekezî li amadekariyên operasyona rizgarkirina Mûsilê kir.
Herwiha Ebadî tekezî li ser hevkariya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kir, herwiha her du aliyan demijmêra sifir a destpêkirina operasyonê diyarkirin.
Iro, danê sibehê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê destpêkir û li gor Amerîka ew operasyon dê çend heftiya dirêj bike.