Li mihwerê Giwêr 6 gund rizgar bûn

Ew gund li ser rêya Giwêr û bajarê Mûsilê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li mihwerê Giwêr Artêşa Iraqê pêşveçûn û karîn 6 gundên li ser rêya Giwêr û Mûsilê kontirolbikin.

Derbarê rizgarkirina wan gundan Fermandarê Operasyona Hevbeş ragehand ku, hêzên firqeya 9 a zirpoş karîn gundên Ibrahîm Xelîl, El-Edele, Kan Heramî, Ebas Receb û Cedîde li mihwerê Giwêr ji destê DAIŞê rizgarbikin û bighene gundê Belawat.

Di beyanameya Fermandeyê operasyona hevbeş amaje bi wê yekê jî kir ku, niha Artêşa Iraqê giheştine gundê Belawat û di pêşveçûnên xwe de berdewam in, herwiha tekez kir ku, niha tîmên endezyarî bome û teqemeniyan pûçdikin û wan gunda baqij dikin.

Herwiha wî fermandeyê behsa wê yekê jî kir ku, Artêşa Iraqê hemû hawlên pêşveçûnên DAIŞê têkişkandin, da zanîn ku, bi rêya xwekuj û otombîlên bombekirî DAIŞ dixwazin rêgiriyê ji pêşveçûnên Artêşa Iraqê bigrin.