5 Pêşmerge şehîd bûn

Di operesyona îro ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê de bi serkeftin bi rê ve dice û encamên xwe pêk tîne. Di rûbirûbûna di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 10 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne, ku yek ji wan birîndaran endamê Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Şelaw Kusret Resûl e. ew Pêşmerge jî ser bi Lîwaya 30 taybet yê Kusret Resûl Elî ye.

K24 – navenda Nûçeyan

Di operesyona îro ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê de bi serkeftin bi rê ve dice û encamên xwe pêk tîne. Di rûbirûbûna di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 10 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne, ku yek ji wan birîndaran endamê Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimaniya KurdistanêŞelaw Kusret Resûl e. ew Pêşmerge jî ser bi Lîwaya 30 taybet yê Kusret Resûl Elî ye.

Peyamnêrê k24ê li mala Kusert Resûl Elî bi kesekî agahdar di şerê îro ya ku Pêşmerge tê de şehîd û birînadar bûne, re axivî û wî ragihand ku, 5 Pêşmerge şehîd bûn û 10 Pêşmerge jî birîndar bûn, yek ji nava birîndaran jî kurê Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî ye.

Şelaw Kusret Resûl birîndar bûye.

Li gor daxuyaniya Fermandarê Pêşmerge, çekdarên DAIŞê di wê operesyonê de di asta pêşketina hêza Pêşmerge de nikarîbûn berxwe bidin, ku termên hejmarek ji çekdarên DAIŞê li nava gund û li qadên şer bi cih mane.