Barzanî gihêşt Xazir konferanseke rojnamevanî lidar xist

Fermandarê Hêzên Çekdar yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gihêşte Eniya Xazir û çeperên şer yên hêza Pêşmerge li wê eniyê bi serkeftî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Çekdar yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gihêşte Eniya Xazir û çeperên şer yên hêza Pêşmerge, ku li wê eniyê serkeftî bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştî gihêşt Eniya Xazir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, îro rojeke dîrokî ye û xala guhartina şerê li dijî DAIŞê ye.

Herwiha Barzanî ragihand, bo wê mebestê, pêşter wan serdana Bexdayê kir û derbarê hûrgiliyên wê operesyonê rêkeftin.

Barzanî li eniya Xazir tekez kir ku, ev qonava yekem e ji operesyonê û bêgûman bi serkeftin bidawî dibe.

Îro berbangê, operesyona rizgarkirina Mûsilê bi beşdariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û artêş û hêzê din yên Iraqê dest pê kir.